top of page

Zêdetirî sê hezar welatiyên Rojava ji ber êrişên Tirkiyê koçberî Başûr bûne

Hejmara welatiyên Rojavayî yên ku ji ber êrişên Tirkiyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, sê hezar derbas kir.

Berdevkê rêveberiya karûbarên mirovî li Duhokê, Salim Seîd ji BasNewsê re got, di nav hefteyekê de sê hezar û 180 koçberên Rojava gihîştin parêzgeha Duhokê.

Salim Seîd da zanîn, sê hezar koçber li kampa Berdereşê hatine bicîhkirin û yên din jî li kampa domîzê dimînin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, hatina koçberên Rojava bo Başûr heta niha jî didome.

BasNews

bottom of page