Turk: Tirkiye demografiya Rojavayê Kurdistanê diguhêre
Ehmed Turk ragihand, Hikûmeta Tirkiyê dengên xwe winda kirine, piştgirîya gel jê re nemaye, bi gotar û durişmeyên nijadperestî, “Dahola Şer” lê dide, ta ku temenê xwe dirêj bike.
Got jî: Lê bi şer ti pirsgirêk nayê çareser kirin, hem hikûmetê û hem civaka Tirkiyê dê qels bike û dê rê li ber birînên kûr jî veke.
Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk diyar kir, dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê 2 Armanc jê hene, yek nehiştina îradeyeke Kurdî, ya din jî guhartina Demografiya herêmê ye.
Ehmed Turk da zanîn: Kurd rê nadin ku demografiya wan were guhartin û selefî li ser xaka wan were bicih kirin. Kurd bi yek dengî li dijî vê dagîrkrinê ne.
K24
S. B