top of page

The Guardian: Tirkiye çekên qedexe kirî bikar tîne

Rojnameya The Guardian raportek derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de, behsa vê yekê kiriye ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê, li Serê Kanî çekên qedexekirî bikar anîne.

Li gor raporta rojnameyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li Serê Kanî li dijî welatiyên Kurd çekê Fisfor û Fosfata Spî bikar anîne ku li gor qanûna navnetewî bikar anîna wan çekan bi her awayî hatiye qedexekirin.

Li gor raportê niha psporên çekên kîmiyayê li ser mijara bikar anîna wan çekan li Serê Kanî lêkolînan dikin û vê pişt re raportek bo raya giştî ya cîhanê were belavkirin.

19/10/2019

KTV

bottom of page