Aldar Xelîl: Bila Neteweyên Yekbûyî asayîşa navçeyê ‎biparêze

October 20, 2019

Serokê Desteya Cîbicîkar a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragihand ku dive dewleta ‎Tirkiyê ji deverê vekişe û hêzeke parastina aştiyê ser bi Neteweyên Yekbûyî asayîşa navçeyê ‎biparêze.‎

Serokê Desteya Cîbicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê tora civakî ‎Twitterê got: “Di encama xweragiriya şervanên HSD, saziyên wê û gelên navçeyê li dijî ‎dagîrkerî û dabeşkirina Sûriyê me agirbest ne ji bo şer, lê bo gehiştina çareseriyê qebûl kir.”‎

Aldar Xelîk dibêje HSDê ligel gel û hemû saz û pêkhateyan berxwedaneke qehremanî li dijî artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, pêk anî.

Xelîl di Twitta xwe de nivîsiye: “Niha di çarçoveya wê çareseriya hatiye qebûlkirin de, ‎dewleta Tirkiye û çeteyên wê ku DAIŞ ligel xwe anîne, divê ji navçeyê vekişin û asayîşa navçeyê ‎radestî hêzeke parastina aştiyê ser bi Neteweyên Yekbûyî bê kirin.”‎

Şandên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê gihiştibûn rêkeftinekê ku tê de jibilî ragihandina agirbestê bo heyama 5 rojan, tê de tê diyarkirin ku pêwîst e HSD hemû hêzên xwe ji 32 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê dûr bixîne û ew dever ku Tirkiye weke, 'navçeya aram' bi nav dike, dê bikeve bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

RÛDAW

 

 

Please reload