top of page

Rojnameger Çaksu: Heta niha tu agirbest li Serêkaniyê tune ye

Rojnameger Ersîn Çaksû, diyar kir ku ligel 2 roj berê di navbera Enqere û DYA de ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbesta 5 rojan hatiye îlankirin jî hêj êrîşên Tirkiyeyê li Serêkaniyê berdewam dikin.

Rojnameger Ersîn Çaksû ku 11 rojin li navenda Serêkaniyê di nava şerê dijwar de geşedanên li herêmê dişopîne, saet di 08.25'an de beşdarî Televîzyona Sterk Tv bû û agahiyên dawî dan. Çaksû, anî ziman ku êrîş didomin û wiha got: "Ligel 2 roj berê di navbera Enqere û DYA de agirbest û lihevkirinek pêk hat jî dîsa li Serêkaniyê tu agirbest pêk nehatiye. Duh bi taybet di nava rojê de li dora nexweşxaneyê ku bi dehan birîndar hene, Tirkiyeyê êrîşên giran pêk anîn. Li ser xeta sînor heta êvarî pevçûn derket. Şevê din dîsa êrîşên Tirkiyeyê heta serê sibe berdewam kir. Li aliyê din endamên QSD'ê jî li dijî van êrîşan li ber xwe dan. Şevê din heta serê sibê tang, panzer û çekên giran derbasî Serêkaniyê kirin. Sewqîyat didome. Heta serê sibê dem bi dem êrîş berdewam kirin. Duh du êrîşên hewayî li dijî Bajaroka Zerganê pêk hatin. Di êrîşan de 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Heta niha tu agirbest li vir nehatiye îlankirin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Serêkaniyê didomin"

MA

bottom of page