Mazlûm Kobanî û Lindsey Graham peywendiyeke telefonî encam dan
Lindsey Graham li ser hesaba xwe ya Twîtterê belav kir ku wî telefonî Mazlûm Kobanî kiriye û got, “General Mazlûm hewldanên rêveberiya Trump bo sekinandina şer bilind dinirxîne.”
Di wê peywendiya telefonî de Mazlûm Kobanî nîgeraniyên xwe derbarê berdewamnebûna agirbestê ji Graham re aşkere kir û amaje bi wê kir ku ti caran razî nabin bi wan pêşniyazên li Enqerê hatine kirin ku arman jê paqijkirina etnîkî ya Kurdan e.
Lindsey Graham dibêje navçeya aram ji aliyê Kurdan ve hatiye qebûlkirin lêbelê dagirkeriya serbazî ku dibe sedema koçberbûna bi sedan hezar xelkê sivîl navçeya aram nîne û ‘paqijiya etnîkî’ ye.
Senatorê Komarî Graham herwiha gotiye, ‘hêvîdar im em bikarin rewşekê bibînin hemû alî tê de hebin’ û soz bi Mazlûm Kobanî daye ku pêdaçûna kongresê berdewm be û gotiye, “Em gelek hevsoz in li gel daxwazên Kurdan.”
RÛDAW