Macron bo Rûdawê: Divê rêz li agirbestê bê girtin
Emmanuel Macron, li Bruksela paytexta Belçîkayê, piştî lûtkeya serokên dewlet û hikûmetên Yekitiya Ewropayê bersiva pirsên peyamnêra Rûdawê Ala Şalî dan.
Macron ragihand ku Rojhilata Navîn Xwedî girîngiyeke stratejîk e û diyar kir, “Divê em li Rojhilata Navîn kapasîteyeke otonom a serbazî ava bikin. Ewropa weke, ‘pişkdarê biçûk’ li Rojhilata Navîn berdewam nake.”
Derbarê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyê, Macron bibîr xist ku Amerîka, Fransa û Tirkiye hevalbendên hev ên NATOyê ne û got, “Min li ser Twîtterê zanî ku Amerîkayê leşkerên xwe yên ji Sûriyê vekişandine. Ew vekişandin jî bi biryara NATOyê nebû. Hevlabendeke NATOyê ya din jî biryar da êrişî hevbeşeke hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê bike. Rêza min li têkoşîna li dijî PKKê û terorsîtan heye. Min ev her tim ji Erdogan re gotiye. Lêbelê HSD ku li dijî DAIŞê şer dike ne PKK ye. Ji ber hindê pêşhatên dawîn, xeletiyeke giran a NATOyê ye.”
Serokomarê Fransayê herwiha got ku divê em bizanibin bê ka Tirkiye çi dike û diyar kir ku bi pêkanîna asayîşa navxwe divê Tirkiyê bînin rewşeke maqûl.
Macron tekez jî kir ku welatê wî Kurdan weke dostekî qedîm û timî dibîne û got ku ew ji hebûna Kurdan a li Rojava kêfxweş in û çi ji destê wan bê ew dê bikin.
Derbarê pêkanîna navçeyeke aram li Rojavayê Kurdistanê Macron diyar kir, “Divê êriş bên rawestandin û rêz li agirbestê bê girtin. Ev pêwîstiyek e.”
Serokomarê Fransayê li ser pirsên, “Piraniya bajarên Kurdan di rewşeke dijwar de ne. Tirkiye dixwaze 32 kîlometreyan ji sînor bên dûrxistin. Hûn li ser vê yekê çi difikirin? Di wî şerî de 200 sivîlan canê xwe ji dest dan, zêdetir ji 600 kes jî birîndar bûn. Ewropa çima nikare Tirkiyê rawestîne?” got, “Em vê mijarê dişopînin. Fişarên me yên ji bo pişkinîna rewşa mirovî dê berdewam bikin. Ev erkê me yê sereke ye. Piştrast bin ku di vê mijarê de tişta ji destê me tê em dê bikin.”
Emmanuel Macron herwiha got ku pêwîst e Ewropa xwedî stratejiyeke berevaniyê ya bihêztir be û diyar kir ku rewşa niha li Rojhilata Navîn di berjewendiya Îran, Tirkiye û Rûsyayê de ye.
RÛDAW