top of page

PAK di rêya azadîyê de gihîşte 5 salî ya xwe

Di demeke ku miletê Kurd li welatê xwe careke din tûşî êrîş û neheqîyên pir alî yên ji însanîyetê dûr dibin, PAK gihîşte 5 salîya xwe.

Dewleta Tirkîyeyê, sîyaseta ku li ser dijayetîya miletê Kurd hatîye ava kirin ji xwe re kirîye bingehê hebûna xwe û di hemû helwest û gavên xwe de bi hişmendîya ‘merivê Kurd bila dîya xwe nebîne’ tevdigere. Belê Dewleta Tirkîyeyê, ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi vê helwest û sîyaseta şaş dijayetîya gelê Kurd dike û di her gava xwe de rêyên çareserîya pirsgirêkan zêdetir têk dide, dixetimîne.

Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd rû bi rûyî êrîş, qetlîyam , wêranî û koçberîyên nû bû.

Biryara agirbestê ya li Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku mumkune rê li ber qetlîyamên nû bigire,biryareke erênî ye. Lê îro gava ku em li rewşa Rojavayê Kurdistanê dinerin, em dibînin ku di derbarê Rojavayê Kurdistanê, Surîyê û herêmê de her dewletek xwedî niyet, plan û stratejîyeke taybet û veşartî ye. Lê niyet û armanca kê çi dibe bila bibe, kiryar û helwest û siyaseta van dewletan encameke hevbeş bi xwe re anîye.Ew jî ev e: Mirênê nîşanî Kurdan didin da ku kurdan bi tayê razî bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê bêyî îradeya gelê me, êrîş û plan û peyman tê kirin.

Di demeke ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me tûşî êrîşên pir alî dibe, divê her kes û alîyek xwe ji sîyaset û kiryar û helwestên ‘tekçî’ yên ku aşitî, yekitî, azadî û demokrasîya navxweyî texrîb dike dûr bixe. Divê em bizanibin ku ew nêrîn û sîyasetên ku ji hişmendîya netewî, niştimanî dûr in zirarê dide doza gelê me. Bi sîyaseteke niştimanî, netewî, demokratîk, bi nêrîneke ku pêvajoya heyî û aktorên vê pêvajoyê bi awayekî zanistî û rast binirxîne, em dikarin li himberî van karesatên li ser gelê me tên rawestin û firsendên nû ji gelê xwe re çêbikin.

Li gel hemû qetlîam, jenosîd, neheqî û wêranbûnan jî, tu şika me jê tune ye ku, gelê Kurdistanê van rojên reş û tarî dê li dûv xwe bihêle û dê azadîya xwe bidest bixe.

PAK di 5 salîya xwe de jî her bi wan armancên xwe yên dema damezrandinê xebatên xwe dimeşîne

Belê PAK ji bo ji van hemû neheqîyên ku gelê me rû bi rû dibe bêje ‘bes e’ û ji bo ku dawî li van neheqîyan bîne hate damezrandin; îro jî her bi vê armancê gihîştîye 5 salîya xwe.

PAK di roja 18.10.2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 11.12.2014an de jî wekî partîyeke resmî li Tirkîyê hate qebûl kirin.

Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê di derbarê PAKê de doza girtinê(daxistinê) vekir. Dadgehê ji ber ku di navê wê de ‘Kurdistan’ heye û di bernameya wê de hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, mafê çarenûsîya miletê Kurd heye, daxwaz kir ku PAK navê xwe û bernameya xwe biguherîne.PAKê jî got ez navê xwe û bernameya xwe naguherînim. PAKê di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê bi Kurdî û bi Tirkî parastina xwe kir. PAK di dîroka Dewleta Tirkîyeyê de partîya yekem e ku bi Kurdî parastineke sîyasî dike.

Di van 5 salên xwe de PAKê di doza azadîya Kurdistanê de xebateke bi rûmet meşandîye.

PAK navê ekoleke nû ye

Damezranêrên PAKê ew kadro bûn ku bi salan di reya azadîya Kurdistanê de keda wan hene; lê PAK bi gotar û sîyaset û helwest û xebata xwe ve partîyeke nuh e.

PAK di 5 salan de, li gel hemû kêmayî û pirsgirêkên xwe jî, bi ekola xwe, bi şêweyê xebatên xwe, bi helwestên xwe, bi gotarên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe ve di siyaseta Bakurê Kurdistanê de bûye navendeke esasî.

PAK, helbete ku dikarîbû hîn baştir, xurtir û mezintir bûya. Lê ewqas ji destê me hat; kêmayî û xeletî jî, serkeftin û pêşketin jî yên me ne. Di pêvajoya pêş de, wazîfeyeke me ya esasî jî dê kêm kirina van kêmayî û xeletîyan bin, dê xurt kirin û girseyî kirina PAKê be.

PAKê di birêvebirina navxwe û di raya giştî de zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn bikaranîye û Kurdî(Kurmanci û Dimilî) di temama daxuyanî û nivîsên navxweyî de zimanê resmî yê PAKê bûye.

PAKê li Bakurê Kurdistanê bi çalakî, xebat, konferans û helwestên xwe jî cudabûna xwe bi zelalî nîşan daye.

PAK Partîya Fedakarên Kurdistanê ye

Kaynak: PAK di rêya azadîyê de gihîşte 5 salî ya xwe

Rûpela nû

bottom of page