Rêxistina Lêborîna Navdewletî: Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dike

October 18, 2019

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên alîgirên wê li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dikin.

Êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin û roj bi roj jî metirsîdartir dibin. Heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne û bi sedan hezar kes jî koçber û derbider bûne.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî li ser komkujiya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê raportek belav kiriye û ragihandiye, artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê bi komkujiya sivîlan û gulebarankirina wan sûcên şer dikin.

Rêxistina hand aye zanîn ku gelek belge li ber destê wan hene, tevahiya belgeyan jî nîşan didin ku li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer tên kirin.

Di raporta rêxistinê de behsa kuştina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef jî hatiye kirin û hatiye gotin, roja ku Hevrîn Xelef ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin 9 sivîlên din jî ji aliyê wan çekdaran ve hatin komkujkirin.

BasNews

 

Please reload