top of page

Pentagon: Bi HSDê re berdewam dibin

Berpirsekî ji Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, Amerîka di şerê DAIŞê li dijî DAIŞê bi HSDê re berdewam dibe.

Berpirsekî Pentagonê ku navê xwe aşkere nekir ragihand, tevî ku hêzên wan li bakurê Sûriyê nemînin jî, ewê bi hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re berdewam bin.

Wî berpirsî diyar kir, tenê 150 leşkerên Amerîkî li binkeya Tinif li başûrê Sûriyê dimînin, lê HSD hevpeymaneke Amerîka ya girîng e û dê di şerê li dijî DAIŞê de pê re berdewam bin.

Herwiha got: “Dê danûstandin hebin, ji bo bizanin çawa emê hevkariya HSDê bikin.”

Derbarê pirsa êdî baweriya şervanên Kurd bi Amerîka maye, piştî ku wan di rûbirûbûna Tirkiyê dest jê berdan, wî berpirsî got: Pêwendiya artêşa Amerîka hîna bi Kurdan re bihêz e, ji bo hevkariya wan bikin û em dikarin wê pêwendiyê biparêzin.”

Amerîka ragihandibû ewê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin, lê ta niha ti nexşerêyek bo vekişandina wan nehatiye danîn. , ji ber ku rewş her dem di guhartinê de ye. Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka (Pentagon) Mark Esper jî gotibû, heger hêzên Amerîkî li wê deverê mabana jî, Tirkiyê dê dest bi operasyona xwe kiriba.

K24

S. B

bottom of page