top of page

Nijadperestê Tirk ji ber axavtina Kurdî êrişê kalêmerekî 74 salî kir

Li bajarê Çanakkaleyê welatiya bi navê Ekrem Yaşlî yê 74 salî ji ber axavtina Kurdî rû bi rûyê êrişeke nijadperest bû û ji serê xwe ve hat birîndarkirin.

Li bajarê Çanakkaleyê dema ku Ekrem Yaşlî yê 74 salî li Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê ligel hevjîna xwe Bedriye Yaşlî ya 71 salî bi Kurdî diaxive rastî êrişeke nijadperest dibe.

Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê Ekrem Yaşlî dema bi hevjîna xwe ya bi tirkî nizane re bi kurdî axiviye, xizmê nexweşekî din ê 20 salî li heman nexweşxaneyê li hemberî axavtina Kurdî hers bûye û gotiye: "Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye."

Kesê êrişker piştî van gotinan xwe bi şûşeyeke sodeyê Ekrem Yaşli dike û Yaşlî ji sere xwe birîndar dibe.

Yaşlî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hat zanîn ku Yaşli derbarê kesê êrişî wî kiriye de giliyên xwe li ba polîsên nexweşxaneyê kiriye û herwiha Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çanakkaleyê derbarê bûyerê de hate agahdarkirin.

Berpirsên Şaxa ÎHDê ya Çanakkaleyê diyar kirin ku ew dê di ware dadmendî de bûyerê bişopînin.

Parlamenterê AK Partiyê Mustafa Yeneroglu li ser hesabê xwe yê twitterê bertekên xwe li hemberî vê êrişa nîşan da û bi kurdî gotiye: “Xwedê şifayê bide apê me, bi hurmet têm destê te.”

Mustafa Yeneroglu herwiha got êrişa wî kesê 20 salî li hemberî kalekî 74 salî kiryarek hovane ye.

RÛDAW

bottom of page