Bi sedan koçberên Rojava gihîştin Başûrê Kurdistanê
Bi sedan welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrişên Tirkiyê derbider bûne, gihîştin Başûrê Kurdistanê.
Êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne, bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihandiye, şeva borî derdora 750 kesên ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne, bi rêka deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşabîrê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Li gorî agahiyan, bi vî rengî ji destepêka êrişên Tirkiyê ve heta niha derdora hezar derbiderên Rojava derbasî Başûr bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daye zanîn, ew koçberên Rojavayî li devera Berdereş ya Duhokê hatine bicîhkirin.
BasNews