top of page

Parlamentoya Kurdistanê derbarê Rojava de raspardeyeke 12 xalî pesend kir

Perlamentoya Kurdistanê di derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, encamên wê û helwesta aliyên siyasî de îro civîneke taybet lidar xist û bi piraniya dengan raspardeyek pesend kir, ku ji 12 xalan pêk tê.

Di civîna îro de, Parlamentoya Kurdistanê êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir, ku Parlamentoya Kurdistanê li dijî şer e û ew daxwaz dikin ku demildest şer û êrîş bêne rawestandin û tekezî li ser piştgiriya xwe bo çareseriya aştiyane û rêya diyalogê bo pirsgirêk û nakokiyan kir.

Parlamentoyê herwiha daxwaz kiriye, ku can û malê welatiyên sivîl û herwiha saziyên sivîl bêne parastin û daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û rêxistinên herêmî dike ku hewl û şiyanên xwe û zextên siyasî û dîplomatîk berfireh û zêdetir bikin, ji bo ku ew şer û êrîşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye, were bidawîkirin.

Di xalake din Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê erkdarkirin, ku di çarçoveya şiyanên xwe de, bi alîkariya li gel rêxistinên navdewletî amadekariyên temam bike ji bo pêşwazî û vehewandina koçberên ku ji ber êrîşa niha ji Rojavayê Kurdistanê ve berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî kiriye, ku hemahengî û hewlên xwe yên dîplomatîk ên xwe li gel hikûmeta federal zêdetir bike, ji bo ku helwêsta tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo piştgirîkirina li bijardeya aştiyane yekgirtî be.

Herwiha daxwaz ji hemû konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk ên welatan ên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku bi hûrgiliyan hikûmetên xwe ji vê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê, bandorên wê yên navxweyî, herêmî û cîhanî haydar bikin û şiyan û fişarên xwe bo rawestandina şer bi kar bînin.

Parlamentoya Kurdistanê bang li aliyên navdewletî û hikûmeta Iraqê jî dike, ku ji bo hawarçûn û gihandina alîkariyan bi koçberên Rojavayê Kurdistanê, alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin. Herwiha ji bo alîkariya koçberan, parlamentoyê kempîneke niştimanî jî ragihandiye.

Di berdewamiya daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de tê gotin, ku parlamento gelek ji wê rewşa niha ya bûyeran û arasteya karê çekdarên tundrew nîgeran e û ditirse ku rewşa nexweş a Efrînê û binpêkariyên mafên mirovan û guhertina demografyaya herêmê dubare bibe û divê hemû hewl ji bo wê yekê bin, ku rê li wan hêzan bê girtin daku rewş li Serê Kaniyê, Girê Spî, Kobanî û navçeyên din weke Efrînê lê neyê.

Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê jî dike ku rikeberiyên xwe yên hizbî û îdeolojîk danin aliyekê û qonaxeke din a karê hevbeş û xebata bereyî ya li ser bingeha berjewendiya xelkê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê dest pê bikin û xebata gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bêtir pêş bixin û rûpeleke din vekin.

Parlamento herwiha dibêje, bûyerên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê ew rastî derxist pêş ku vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û ew êrîş û neseqamgîriya ku li Rojavayê Kurdistanê peyda bûye, hemû destkeftên şerê terorê û şikandina efsaneya DAIŞî ji nav dibe û dibe derfet ku DAIŞ û terorîstên DAIŞê serî rakin û bi vê yekê careke din aştî, asayiş û seqamgîriya herêmê û cîhanê bikeve xeterê.

Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kir û daxwaza bilez rawestandina şer li wê navçeyê kir.

Serokê Fraksiyona PDKê, Umêd Xoşnaw di gotara xwe de got, ti sedemek ji bo karê serbazî nîne û aştî û cîgiriya hemû cîhanê dixe bin metirsiyê. Umêd Xoşnaw diyar kir, di heman demê de zîndîbûn û çalakbûna DAIŞê û grûpên tundrew jî metirsiyên mezin bo hemû cîhanê dirist dike û da zanîn, ku êrîşa Tirkiyê ku navê operasyona aştiyê lê kiriye, nikare aştiyê bo Sûriyê û Tirkiyê bîne, belku metirsiyê çêdike û dibe sedem ku bi hezaran kes koçber bibin.

Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî çend daxwaz ji parlamentoyê kirin ku yekrêziya aliyên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê li ser aştiya her çar parçeyên Kurdistanê yek ji wan bû. Serokê Fraksiyona YNK Cemal Hawêz got, divê deriyên sînorî li ber koçberên Rojavayê Kurdistanê bêne vekirin û alîkariyên mirovî jî bigihînin xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha Serokê Fraksiyona Tevgera Goran, Elî Heme Salih li Parlamentoya Kurdistanê jî ragihand ku armanca operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, jinavbirina ezmûna xwerêvebirinê û pêkanîna guhertineke demografîk e li wê navçeyê bû, lê biserneket.

Elî Heme Salih herwiha da zanîn, egera cînosaydeke din li ser miletê me hebû û niha jî ti garantîyek nîne ku şerekî demdirêj û wêraniyek rû nede, ji ber vê yekê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyan bike û biryarê di derbarê rewşê de bide.

Êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê îro Sêşemê derbasî roja heftem bû û di berdewamiya êrîşê de, artêşa Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê bi giranî topbaran dike. Tirkiyê ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê de êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

RÛDAW

bottom of page