Mesrûr Barzanî nîgeranîya xwe derbarê rewşa Rojava digehîne berpirsên Emerîkayê
Di civînê de, ku Matyo Tuler, Balyozê Emerîkayê li Îraqê jî amade bû, gotûbêj derbarê guhertinên Îraq û Suriyê hat kirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê nîgeranîya xwe derbarî derbarê rewşa niha ya rojhelata Suriyê û Rojava Kurdistanê derkevteyên wê.
Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste dawî bi tundûtijî û girjîya deverê bihêt, çunku dirêjbûna şer û alozîyan li deverê , zemîneya saz dike bo vegeran û serheldana rêkxistîyên teroristî.
Herweha amaje bi wê yekê jî hat dan kun pêwîste civaka nêvdewletî hevkarîya Herêma Kurdistanê bike li vehwanindina aware û penaberan ku biegera şer û alozîyên devrê berê xwe dayîne Herêma Kurdistanê.
Di tewereke dî ya kombûnê de, piroseya gotûbêjên di navera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedrala Îraqê gengeşe kirin. Amaje bi wê yekê hat dan, hikumeta Herêma Kurdistanê çenîn pêşnîyaz bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkeş kirîye, lew çaverê dikîn Bexda pêngavên ciddî bo çareserkirin a pirsgirêkan bihavêje li ser binemaya destûr.
K24