Vaye hefs û kampa DAIŞ’iyên jê reviyan

Di encama bombebarana Tirkiyê de DAIŞ’î ji girtîgeh û kampa li Eyn Îsayê reviyan. DAIŞ’iyên reviyan xwe bi çek kirin û êrîşî kampê kirin. Di êrîşê de 6 DAIŞ’î hatin kuştin.

Di êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava de eskerên artêşa Tirk pêr êvarê bi balafirên şer êrîşî girtîgeha DAIŞ’î û kampa malbatên wan ên li Eyn Îsayê kirin. Piştî bombebaranê zêdetirî 750 DAIŞ’î reviya bûn.

Nûçegihanê me Nazim Daştan piştî vê bûyerê çû girtîgeha DAIŞ’î lê girtîbûn û kampa malbatên wan lê bûn.

Li girtîgehê şopên bombebaranê hene. Qawîşên DAIŞ’iyan ji ber dûxanê reş bûne. Nûçegihanê me Nazim Daştan hundir û derveyî girtîgeh û kampê dîmen û wêne kişandin û bi şervanê HSD’ê Zagros Serhat re axivî.

Zagros Serhat da zanîn ku di bombebaran li dijî kamp û hefsê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 750 DAIŞ’î û malbatên wan reviyane.

‘DAIŞ’Î TIM DI NAVA TEVGERÊ DE NE’

Zagros anî ziman ku endamên DAIŞ’ê yên ji hefsê reviyane ji nûve xwe bi çek kirine û paş ve vegeriyane êrîşî şervanên HSD’ê kirine û di pevçûan qewimî de 6 DAIŞ’î hatine kuştin. Zagros diayr kir ku çekên ketine DAIŞ’iyan ji balafiran ve hatine avêtin an jî balafiran daniye û çekan radestî wan kirine û an jî komên OSO ku xwe gihandine wan temîn kirine.

Zagros destnîşan kir ku piştî êrîşa pêk hatiye ji nûve ewlehiya kampê xistine bin kontrola xwe û girtiyên DAIŞ’î her tim di nava tevgerê de ne û civînan li dar dixin.

MA / Nazim Daştan