Fransa û Brîtanya jî hêzên xwe ji Rojava vedikişînin
Nêzikî hezar serbaz û raweşkarên serbazî yên Fransayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de li Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Iraq û Sûriyê erka xwe bicih tînin û nêzikî 200 serbazên wî welatî jî li herêmên di destê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) de bicih bûne.
Roja Yekşemê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li gel berpirsên pilebilind ên artêşa wî welatî kom bû û behsa rewşa leşkerên wî welatî li navçeyê di wê kombûnê de hat kirin.
Li gor daxuyaniya Koşka Serokayetiya Fransayê di çend demjimêrên pêş de, hejmareke rêkaran digirin bo ewlekariya leşker û raweşkarên wî welatî li herêmên li jêr desthilata HSDê.
Dîplomatekî fransî di vê derbarê de got, me her tim amaje bi wê kiriye ew welatên ku hejmareke kêm ya hêzên wan li Sûriyê hene, nikarin bimînin eger Amerîka vekişe.
Medya Brîtanyayê jî belav kiriye, li gel vekişîna serbazên Amerîkayê, Brîtanya jî amade ye hêza taybet ji herêmên li jêr desthilata HSDê vekişîne.
Ev pêşhata dawîn piştî wê hat, roja Yekşemê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku Washington dê hezar leşkerên xwe ji ‘bakurê Sûriyê’ vekişîne.
RûDAW