top of page

Tirkiyê karwanekî xelkê sivîl bombebaran kir

Peymanêrê Rûdawê ragihand ku karwanekî xelkê sivîl ku li Til Temirê ber bi Serê Kaniyê ve diçû hat bombebarankirin. Li gor zanyariyan 10 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.

Di wan dîmenên ku piştî bombebaranê bo Rûdwê hatine şandin, di encama bombebaranê de ziyaneke zêde li wî karwanê xelkê sivîl ketiye û hejmareke zêde ya sivîlan bûne qurbanî.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê li cihê bûyerê hejmareke rojnamevanan jî li gel wî karwanê xelkê sivîl bûn.

Herwiha li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê di encama wê bombebaranê de 3 jê rojnamevan 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes birîndar bûne.

Hemwelatiyên sivîl ji bo rê li ber wêrankirina bajarê xwe bigirin xwestine biçine nav bajêr lêbelê ew karwanê sivîl ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebaran û topbarankirin.

Koçberên Serê Kaniyê li dibistaneke Til Temirê bicih bûne û daxwaza hevkariyê ji rêxistinên mirovî yên li Herêma Kurdistanê dikin û xwarin, av û şîrê zarokan jî di nav de pêdawîstiyên wan koçberan zêde ne.

Li aliyê din peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu aşkere kir ku şerekî dijwar li Serê Kaniyê heye û ew bajarê Kurdistanê bi berdewamî ji aliyê Tirkiyê ve tê bombebaran û bordûmankirin. Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku şer zêdetir ketiye rojhilatê navçeyê û dengê çekên giran tên bihîstîn.

RÛDAW

bottom of page