NİFİRA BİNDESTA
NİFİRA BİNDESTA
Desmalek hevirmiş hilde Kûlla bibê bilorîne,
Nameyekî binivîse Bişîne rebbê jorîne,
Tê da bibê hemî derda Bila halê me bibîne,
Nahêlin em jî şa bibin Neheq qet xêrê nebîne.
Dilê paqij desta veke Ezmanê şîn bihejîne,
Gilî gazina jê bike Zincîrê jor biqetîne,
Bibê rebbî em bêkesin Hejarin em bêxwedîne,
Biruska sayî sebeb xe Kevir ser kevir nemîne.
Bibê em bêsuc gunehin Çima ev yek tê serê me,
Bune Zurî me dimijin Xwîn nehîştin nav laşê me,
Bibê em jî evdê tene Çi dixwazin ji canê me,
Kï gazina ji me dike Bê serê wan ev halê me.
Bila dengê te bilind be Here nav erşê feleka,
Bila carek çerxa me rast Çep bigere ya neheqa,
Carek siud me sipî be Reş be bextê minexeta,
Çima em jî dost u yar bin Bêne rêza hemî xelka.
Bila heyfa me nehêle Jê bike gazî u hawar,
Îro em ça çar parîne Bila ew jî bibin bêwar,
Zarokê me ça pêxasin Ça digerin em war bi war,
Bila ew jî mîna me bin Van xwînxwarê har u barbar.
Yahya Kocabey