NİFİRA BİNDESTA

October 13, 2019

Ali Aydın

 NİFİRA BİNDESTA

Desmalek hevirmiş hilde
Kûlla bibê bilorîne,

Nameyekî binivîse
Bişîne rebbê jorîne,

Tê da bibê hemî derda
Bila halê me bibîne,

Nahêlin em jî şa bibin
Neheq qet xêrê nebîne.

Dilê paqij desta veke
Ezmanê şîn bihejîne,

Gilî gazina jê bike
Zincîrê jor biqetîne,

Bibê rebbî em bêkesin
Hejarin em bêxwedîne,

Biruska sayî sebeb xe
Kevir ser kevir nemîne.

Bibê em bêsuc gunehin
Çima ev yek tê serê me,

Bune Zurî me dimijin
Xwîn nehîştin nav laşê me,

Bibê em jî evdê tene
Çi dixwazin ji canê me,

Kï gazina ji me dike
Bê serê wan ev halê me.

Bila dengê te bilind be
Here nav erşê feleka,

Bila carek çerxa me rast
Çep bigere ya neheqa,

Carek siud me sipî be
Reş be bextê minexeta,

Çima em jî dost u yar bin
Bêne rêza hemî xelka.

Bila heyfa me nehêle
Jê bike gazî u hawar,

Îro em ça çar parîne
Bila ew jî bibin bêwar,

Zarokê me ça pêxasin
Ça digerin em war bi war,

Bila ew jî mîna me bin
Van xwînxwarê har u barbar.

Yahya Kocabey

 

Please reload