top of page

Serok Barzanî: Dem dema hewldan bo rawestandina şerê ye

Serok Barzanî îro derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê peyamek bo raya giştî belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin

Her çend di demên derbasbûyî de me gelek hewl dan daku şer ji gelê Kurd li Sûriyeyê dûr bixin daku karesatên din bi ser gelê Kurd de neyên, lê mixabên ev çend roje deverên Kurdî yên li Bakûrê Sûriyeyê rastî êrîş û rewşeke gelek metirsîdar bûne.

Berdewam bûna şer û ev rewşa han ya metirsîdar gefeke gelek mezine bo ser ewlekarî û aramiya tevahiya deverê û ewlekarî û aramiya tevahiya deverê dike amanc.

Liwir lazime ji xelkê berxwedêr yê Kurdistanê û tevahiya aliyan re rabigehînim ku sedemên vê şera han her çi dibe bila bine û kîjan alî kêmterxem bûye bila bûbe, anî destê vî di afirandina vê rewşa han de hebûye, niha dem dema vê yekê ye ku em muzayêdeyên siyasî û atifî nekin û tevahiya hewldanên xwe yek bixin bo rawestandina şer û rewşa han ya metirsîdar û daku xelkê medenî baca şer û rewşa han ya metirsîdar nede û pêşî ji guhertina demografiya deverê bigirin.

Mesûd Barzanî

12ê Cotmeha 2019

bottom of page