Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd bû
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li riya Navdewletî di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat kuştin.
Di wê derbarê Navenda Ragihandina HSDê belav kir, grûpeke çekdarên mîlîşyayên Tirkiyê gihîştin ser riya navdewletî û hejmarek ji welatiyên sivîl kuştin.
Amaje bi wê jî kir, lê şervanên wan rûbirûyî wê grûpê bûn û ew ji wê riyê bidûr xistin û niha riya navdewletî Qamişlo – Heleb vekirî ye.
Ji aliyekî din ve, Heyva Sor a Kurd ragihand, êriş û operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê derbasî roja çarem bûye. Di heyama sê rojên bûrî de herî kêm 14 sivîl şehîd bûne û 46 sivîl jî birîndar bûne.
K24
S. B