Li Mêrdînê 7 leşker hate kuştin, wesayîtek jî hate rûxandin
HPG’ê ev agahî da:
“Artêşa Tirk a 27’ê Îlonê li devera Çemê Şikestûnê ya girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê dest bi operasyonekê kiribû. Li herêma operasyon di navbera hevrêyeke me yê li herêmê li ser erka xwe bû şerek dijwar rû da. Hevêryê me Ronî Derwêş bi djwarî li di wesayîtên dagirkeran da û bi ruhekî fedayî şer bi leşkerên bi ser wî de diahtin kiriye. Şerê di navbera hevrêyê me Ronî û dijmin de heta sibeha 28’ê Îlonê dom kiriye. Hêzên dagirker di saetên sibê de devera oprasyonê bi dijwarî bombe kir û hevrêyê me Ronî şehîd bû. Di şerê rojekê dom kir de 7 leşker hatiye kuştin û wesayîteke dijmin jî hatiye rûxandin. Artêşa TC’ê kuştî û birîndarên x we bi ambûlansan ji qadê rakirine.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye.
ANF