Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em amade ne alîkariyên mirovî bigihînin xelkê Rojavayê Kurdistanê
Ev çar roj in artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê êrişek berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin.
Heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest dane, bi dehan sivîl birîndar bûne û li gorî amara NY, herî kêm 100 hezar kes jî koçber û derbider bûne, ewên ku derbider jî bûne di rewşek kambax de ne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rewşa mirovî ya xelkê sivîl yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, xelkê sivîl yê Rojava pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye.
Dezgehê bang li hemû gelê Kurdistanê, sazî û dezgehên mirovî yên cîhanê jî kir alîkariyên xwe bi rêka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re bişînin Rojava.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da zanîn ku ew amade ne alîkariyan bigihînin Rojava û daxwaz ji rêveberiya Rojava jî kir, asankarî bo tîmên wan bikin da ku bikaribin alîkariyan bigihînin xelkê Rojava.
BasNews