top of page

Dîzaynera Kurd bo Rojavayê Kurdistanê ji Papa daxwaza alîkariyê kir

Dîzayner Şanaz Cemal ji papayê Vatîkanê Papa Franciscus xwest ku bo avakirina dewleta Kurdî bibe alîkar.

Şandeke ji Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayinî ya Herêma Kurdistanê serdana Vatîkanê kir. Dizaynera Kurd Şanaz Cemal jî ku di nav şanda Herêma Kurdistanê de amade bû, şalgerdana bi destê xwe çêkirî wekî diyarî da lîder û papayê Vatîkanê Papa Franciscus.

Şanaz Cemal ji Rûdawê re derbarê hevdîtina ligel Papa de wiha got: “Min şalgerdana bi destê xwe çêkirî li stûy wî pêçand. Min ji wî xwest ku bo avakirina dewleta Kurdî bibe alîkar.”

Jina Kurd bo Papayê Vatîkan: “Weke jineke Kurd ji te dixwazim bi hawara Kurdan ve biçe Kurdan ji kuştinê rizgar bikî. Bila careke din xwîna Kurdan neyê rijandin û derbeder nebin. Em hemû mirov in weke hemû mirovan mafê me yê jiyanê heye.”

Cemal herwiha da zanîn ku wê ji Papa xwest ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê yên ligel çekdar,n opozisyona Sûrî bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestine û di beramber de Papa jî jê re gotiyê ew dê peyama wê bigihene aliyên peywendîdar.

Dîzayner Şanaz Cemal xelka Silêmaniyê ye û ew cilûbergên klasîk kurdî dizayn dike. Şalgerdana diyariya Papa kiriye ji 3 hezar nexşan pêk tê û di heyama 8 mehan de çêkiriye û li ser sembolên pîroz ên pêkhateyên Herêma Kurdistanê hene.

RÛDAW

bottom of page