top of page

Tirkiyê kuştî û birîndarên xwe aşkere kir

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro înê 11ê Cotmeha 2019an, ragihand, ku ji dema destpêkirina êrîşa wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê, serbazekî wî welatî hatiye kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin, ku ew serbaz duh 10ê Cotmehê di şer û pevçûnên li bakurê rojhilatê Sûriyê de hatine kuştin û birîndarkirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha îdia kiriye, ku ji destpêka êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê ve heta îro 277 kes ji şervanên YPG û HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyekê din, HSD duh ragihandiye, ku hêzên wan duh li bajarê Serê Kaniyê êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opzisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve têk birine û 5 kes ji wan hêzan kuştine. HSDê diyar kiriye, ku termên wan 5 çekdaran di destê wan de ne.

Herwiha di encama êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de, li gor zanyariyên meydanî, heta niha 10 sivîlan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Duh êvarê di encama topbarankirina navenda bajarê Qamişloyê de, zarokekî 12 salî yê bi navê Mihemed Yûsif Hisên jiyana xwe ji dest da û zarokeka 8 salî ya bi navê Sare Mihemed Hisên, pîrejineke 60 salî û kesekî din ê 35 salî ku navê wî Ehmed Ebdullah bûye, bi giranî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê dest bi êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û îro di sêyemîn roja êrîşê de, topxaneyên artêşa wî welatî, herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê topbaran dikin.

RÛDAW

bottom of page