Rojhilatê Kurdistanê…9 rêxistinên civaka sivîl êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermeza
Daxuyaniya 9 rêxistinên civaka sivîl de hat ragehandin: ‘’Civaka navdewletî ya cîhanê îro êdî li hember êrîşên artêşa Tirkiyê ya lis er xelkê bê guneh ê Rojavayê Kurdistanê êdî bê helwêst nîne û civaka sivîl a navdewletî bo dij rawestana wê tevgera dijî mirovahiyê agahdar e û hemû saziyên dewletî û navdewletî xistine bin fişarê û daxwaza bertek nîşandanê lê dikin.’’
Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Êrîşa Tirkiyê ya ser kurdên rojava, bê guman dikare encamên metirsîdar bo welat û navçeyê û cîhanê ava bike. Erdoganê zirbavê DAIŞê bi bahaneya tekoşîna dijî terorîzm û navçeya ewlehiyê, dixwaze niştimanê siyasî û pêkvejiyana kurdan û netewên din ên rojava jinav bibe û komkujiyê pêkbîne.’’
Rêxistinên ku daxuyanî dane navên wan ev in;
Şuraya Rêxistina Sivîl a Merîwan
Navenda Ferhengî û hunerî ya Vejîn
Encûmena Ferhengî û wêjeyî ya Rojyar
Yekitiya Mamostayên Olî ya Merîwan û Hewraman
Encûmena Pîşeyî ya Mamostayên Merîwanê
Encûmena xelk ya berevaniya li dijî madeyên hişber
Encûmena Ferhengî û wêjeyî Merîwan
Navenda Zanistî û Ferhengî Ronan
Encûmena Sewzî Çiya
BasNews