top of page

QAMIŞLO - Çîroka xwîşk û birayekî ku bûn armanca êrişan

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di bombebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê de zarokekê canê xwe ji dest da û zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Ev dîmenên dilêş yên Yûsif û 2 zarokên wî ye. Dema li nexweşxaneyê li ser termê kurê xwe yê 15 salî digrî û destê keça xwe ya 8 salî jî girtiye û lingê wê yê rastê jê bûye.

Mala Yûsif li taxa Qudûrbeg ser bi Qamişlo ye, topeke Tirkiyê li mala wî ketiye. Mihemed û Sarayê li ber deriyê mala xwe dilîstin, haya wan li topbaranê nebû, topbarana ku dawî li lîstika wan anî.

Dayîka wan jî di hundirê malê bûye û bi giranî birîndar e.

Peyamnêra Rûdawê, Vîviyan Fetah ji bo şopandina wê keysê çûye nexweşxaneya Selam li Qamişlo, meta wan zarokan bi çavê girî dibêje, ew nizane çarenivîsa wê keçê wê çilê bê.

Meta wan zarokan dibêje, “Pek li mala wan ket, lawik jiyana xwe ji dest da û keç jî em nizanin çi hatiye serê wê"

Pizîşkê nexweşxaneyê dibêje diyar dike, “Dema ew lawik anîbûn jiyana xwe ji dest dabû, wan neştergerî ji bo keçikê kiriye.

Bijîşkê Nexweşxaneya Selam dibêje, “Ez agehdar kirim û hatim nexweşxaneyê, 2 zarok kur û keçek anîbûn, yê kur temenê xwe 6-7 salî bû, dema ku gihandin vir. Parçeyekî topê li ber dilê wî ketibû û canê xwe jidest da. Xwûşka wî zarokî jî temenê xwe nêzîkî 5 salan bû û lingê wê yê rastê qut bibû û lingê wê yê çepê jî ji çend cîhan ve şikestibû ji ber parçeyên topê. Me emeliyat kir û em li bendê ne ka wê çi bibe.”

Nûçegihana Rûdawê çûye cîhê bûyerê li taxaQudur Beg. Xelkê navçeyê behsa wê bûyerê jê re kirine, ka çawa ji aliyê Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

RÛDAW

bottom of page