PAK: Hevalê me Vahit Aba li Amedê hate desteser kirin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragehand endamekî rêveberiya navendî yê partiya wan hatiye girtin.
Li gor daxuyaniya fermî ya buroya çapemenî û ragehandina PAKê hat ragehandin;
Hevalê me, endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba roja 11.10.2019an di seet 02.00yê sipêdê de ji alîyê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê ve hatîye desteser kirin.
Polîsan girtine ser mala hevalê me Vahit Aba û wî desteser kirine.
Sedema desteserkirina hevalê me Vahit Aba, parve kirinên di sosyal medyayê de hatîye nîşandan.
Em vê desteser kirinê şermezar dikin.Divê hevalê me Vahit Aba demiltest serbest bê berdan.
11.10.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
RÛPELA NÛ