PAK:Armanca Dewleta Tirkîyeyê dagirkerî û jenosîd e
Ev êrîş xeterîyeke mezin e li ser paşaroja gelê me û welatê me.
Em vê êrîşê bi tu awayî qebûl nakin, şermezar dikin.
Divê TEVDEM, PYD, ENKS û hemû alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev û li ser hişmendîya Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê sîyaset û nexşe rêyeke hevbeş tesbît bikin. Ji bo parastin û paşeroja gelê me û welatê me, gava yekem divê ev be.
Fransa û Îngîltere bangî Konseya Ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî kirine da ku vê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê biaxivin. Ev gaveke erênî ye.Lê em dîsa bangî UN, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka, Rûsya, Yekitîya Dewletên Ereban û hemû dewletên cîhanê dikin da ku bila van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê bidine rawestandin. Bila dinya nebe şirîkê vê êrîşa dagirker ku dixwaze jenosîda gelê Kurd pêk bîne.
Hemû partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê bi helwesteke hevbeş li himberî vê êrîşa hovane rawestin. Roj roja yekgirtineke netewî û niştimanî ye.
Dewleta Tirkîyeyê jî divê bizanibe ku bi kuştin û dagir kirin û jenosîdan gelê Kurd jî doza azadîya Kurdistanê jî ji holê ranabe. Demildest divê ev êrîş bêne rawestandin.
10.10.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Kaynak: PAK:Armanca Dewleta Tirkîyeyê dagirkerî û jenosîd e
Rûpela nû