Fermandeyê Zêrevanî hişyarî da: DAIŞ firsendê bibîne dê êriş bike!

Fermandeyê pêşmergeyên Zêrevanî, Ezîz Weysî hişyarî da û ragihand, eger DAIŞ firsendekê bibîne dê êriş bike.

Fermandeyê pêşmergeyên Zêrevanî, Ezîz Weysî li ser gefên DAIŞê ji BasNewsê re got, tehdîdên DAIŞê li ser Iraq û Kurdistanê didomin. Eger DAIŞ firsendekê bibîne dê dîsa dest bi êrişan bike.

Ezîz Weysî her wiha got, rewşa aloz ya Iraqê û hebûna Heşda Şeibî dibin sebeba wê yekê ku DAIŞ dîsa xwe bihêz bike.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku hêzên Pêşmerge çavdêriya hereketên DAIŞê dikin û xwe ji her rûdanekê re amade dikin û got, lê DAIŞ niha bi awayekî veşartî hereket dike ji ber wê jî ji dema ku bi eşkere herket dikir, xetertir e.

Bi gotina fermandeyê Zêrevanî, komîteyek hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêk hatiye lê ji ber ku fermandeyên artêşa Iraqê û kar bi destên hikûmetê nizanin di şerê terorê de karên hevbeş çend girîng in, heta niha wan û hêzên Iraqî ti operasyoneka hevbeş li dijî DAIŞê nekirine.

BasNews