top of page

Îsraîl bi tundî êrişa Tirkiyê li ser kurdan şermezar kir!

Serokwezîrê Îsraîlê, Binyamîn Netanyahu êrişa Tirkiyê li ser Rojava bi tundî şermezar kir û li ser qirkirina etnîkî li dijî kurdan jî Tirkiye hişyar kir.

Serokwezîrê Îsraîlê, Binyamîn Netanyahu li ser twîttera xwe peyamek li ser êrişa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Binyamîn Netanyahu gotiye, Îsraîl bi tundî êrişa Tirkiyê li ser deverên kurdan li Sûriyê şermezar dike û Tirkiyê û grûbên alîgirên wî welatî li ser qirkirina etnîkî li dijî kurdan hişyar dike.

Netanyahu daye xuyakirin ku Îsraîl amade ye alîkariyên mirovî bigihîne gelê kurd li Sûriyê.

BasNews

bottom of page