top of page

Nezîra Gewriyê: Her êrîşeke Tirkiyê dê Komkujiya Sêfo dubare bike

Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku her êrîşeke muhtemel a ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê Komkujiya Sêfo ya li ser xiristiyanan dubare bibe.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Nezîra Gewriyê der barê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û encamên ku dê bi xwe re bîne got: "Gefên dewleta Tirk komkujiyên ku pergalên Tirkiyê li ser Suryan, Ermen û Asûr pêk anîbûn, têne bîra me."

Li gor nûçeyeke anhayê Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hemû bendên peymana girêdayî avakirina "herêma ewle" pabend bû da ku xetereya şerekî muhtemel li ser herêmê rakin û wiha got: "Lê Tirkiye di gefên xwe de bi israr e û hewl dide bi şerekî êrîşî herêmên me bike."

Der barê metirsiyên destwerdana Tirkiyê li ser gelê Suryan Nezîra Gewriyê xuya kir ku her êrîşek dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê metirsiyên mezin li ser gelên herêmê çêke, nemaze li ser gelê Suryan, Ermen û Asur û got: "Gefên Tirkiyê komkujiyên der heqê gelê me yê Suryan, Ermen û Asurî yên berî 100 salan pêk anîne, tîne bîra me. Wekî Komkujiya Sêfo ku zêdetirî 500 hezar ji niştecihên gelê me bûbûn qurbanî."

KTV

bottom of page