top of page

HSDê daxwaz ji Amerîkayê kir: Navçeya dijefirînê ragihînin

Piştî ku Tirkiyê êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, HSDê di yekemîn berteka xwe de daxwaz ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dike, ku “navçeya dijefirîn li bakurê rojhilatê Sûriyê ragihîne.”

Navenda Operasyona Serbazî û Hevahengiya HSDê lis er twîtteta xwe ragihandiye: “Me bi bîr û bawerekî baş beşdarî di rêkeftina navçeya aram a navbera Amerîka û Tirkiyê de kir, lê belê vê rêkeftinê em bê berevanî hîştin.”

HSD herwiha daxwaz ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdelwtî dike, ku li Rojavayê Kurdistanê “navçeya dijefirînê” ragihînin, daku êrîşa ser xelkê bêtawan bê rawestin.

RÛDAW

bottom of page