Serok Barzanî bo Rojava daxwazek ji Rûsyayê kir
Îro Duşema 7ê Cotmeha 2019an Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî serdana xwe Bexdayê hat Herêma Kurdistanê û ligel Serok Barzanî civiya.
Endamê Polîtbûroya PDKê Hişyar Zêbarî ji Rûdawê re diyar kir ku di hevdîtinê de Serok Barzanî ji Sergey Lavrov re gotiye ku ew naxwazin li Rojavayê Kurdistanê karesateke mirovî rû bide û ji wî xwestiye ku bila rêveberiya Moskowê li hemberî wê yekê helwesta xwe nîşab bide.
Hişyar Zêbarî serdana Lavrov bi girîngî pênase kir û got: “Ev serdana birêz Sergey Lavrov gelek girîngiya xwe heye. Ev yekem car e ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Herêma Kurdistanê dike, lewma em vê rojê weke rojeke dîrokî dibînin. Hevdîtin gelek bi erênî derbas bûn û me danûstandinên baş kirin. Di hevdîtinê Lavrov kêfxweşiya xwe li hemberî nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê nîşan da.”
Zêbarî da zanîn ku daxwaze Serok Barzanî ji Lavrov hebû û wiha pê de çû: “Pêşhatên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Di vê mijarê de têgihiştineke hevbeş hebû. Em bi zelalî eşkere kir ku operasyoneke leşkerî dê bibe sedema bêaramiya. Serok Barzanî daxwaz ji Lavrov kir ku ji bo li rê li ber girtinna karesetake mirovî û pêleke din a koçberiyê li wê herêmê desthilatdariya xwe bikar bînin.”
RÛDAW