HDP Nerazîbûna Xwe ya Dijî Operasyoneke Ser Bakurê Sûrîyê Radigihîne
“Pêwîstî bi rawestandina şera navxweyî ya Sûrîyê heye. Niha metirsîya herî mezin li wê derê destdirêjîyeke leşkerî ye. Di van rojan de desthilatîya AKP-MHP’ê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê êrîşên nû xistine rojeva xwe. Ew xeterîyên gelek mezin in.”
Parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier dibêje ku sîyaseta Amerîka ya vî awayî Kurdan ji xwe sar dike.
“Amerîka dema yek car dest bide Kurdan, Kurd jî sed car dest didin Amerîkayê. Li Rojhilata Navîn Kurd hêzeke mezin in. Pêdivî ye ku Amerîka vê yekê baş bizane. Heke Amerîka ji Kurdan dest bikşîne, li Rojhilata Navîn zêde şansê wê tuneye, wê nikarebe gaveke jî bavêje. Heke bi Kurdan re be, wê li vê derê bibe xudanê hêza herî mezin.”
Taşçier ser sîyaseta Tirkîyê jî radiweste û dîyar dike ku Tirkîye ketiye nav nîjadperestîyeke reş û tarî.
“Koalîsyana AKP û MHP çavê Tirkîyê bi nîjadperestî reş û tarî kiriye. Ger Tirkîye dixwaze çereserîyeke çêke, rêya wê ne operasyoneke li Rojava ye, lê çareserîyeke aştîyane ye. Divê Tirkîye di demeke herî kurt de ji van helwestên xwe dûr keve.”
DêngeAmerika