Di manşetên rojnameyan de şerê Sûriyeyê: neçareserî û çirav
Piştî hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trûmp û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de Amerîkayê destûr da ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon li dar bixe. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştî daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Spî ve hat dayîn xwe ji ser sînor vekişandin. Rojnameyên alîgirên hikumetê daxuyaniyên Amerîkayê weke "serkeftin" dîtin û bi manşetên xwe qarqarokiya kirin. Rojnameyên muxalîf jî bal kişandin ser asûbûna li Sûriyeyê û peyamên dijberî şer dan.
Rojnameya Tirkiyeyê bi armanca ku ser şerê li dijî kurdan bigire, manşeta "Em ji bo aştiyê diçin" avêt û Rojnameya Yenî Şafakê ku weke bultena çapemeniyê ya AKP'ê tevdigere, bi manşeta "Û dest pê kir" şer pîroz kir. Rojnameyeke din a alîgirê desthilatê Akşamê jî bi manşeta "Wê alê girtin û çûn" starta şer da.
Rojnameya Kararê ku bi manşeta "Pêşî piştgirî paşê gef" bal kişand ser naqoqiyên di navbera daxuyaniyên Amerîkayê de û destnîşan kir ku Amerîka di encama tundiya dîplomatîk a Tirkiyeyê de paşde gav avêtiye û piştî destûr dayîna operasyonê, dest bi gef xwarinê kiriye.
Rojnameya Starê jî gefên Erdogan ên "Me gotibû em ê ji nişka ve bên" bi ser navê "Navlûle vegeriyan rojhilatê Sûriyeyê" derxist manşetê. Rojnameya Yenî Akîtê ku bi gotinên xwe yên bi kîn û nefretê tê nasîn jî ser encamên şer bi manşeta "Dê aştiya kaniyê xwînê paqiş bike" girt.
Rojnameya Aydinlikê ya dengê hevpar ê netewper ê deshilata AKP-MHP'ê jî bi manşeta "Ji bo ji bin ve qelandina PKK'ê fersanda dîrokî " erêkirina Amerîkayê weke fersend dît.
Rojnameyeke din a ku nûnertiya weşana netewperwer dike Sozcu jî bi surmanşeta "Dê ji bo vê gefa kustex kê/î bersiv bide" bal kişand ser daxuyaniyên serokê Amerîkayê Trump ên destûr dayina operasyonê û gefxwarina aboriya Tirkiyeyê.
Rojnameya Cûmhûriyetê jî bi manşeta "Di çiravê de bi tena serê xwe" bal kişand ser bi tenêbûna Tirkiyeyê.
Ji kêm rojnameyên ku peyamên aştiyê dan Rojnameya Evrenselê jî bi manşeta "Israra di neçareseriyê de" bal kişand ser encamên şer.
Rojnameya Yenî Yaşamê ku destnîşan kir pêvajoa şer û pevçûnê ji bo Rojhilata Navîn ne çareseriye jî bi manşeta "Dê Aloziyê zêdetir bike" derket.
MA