top of page

Waliyê Rihayê ji şêniyên li 4 taxên Serêkaniyê xwest malan vala bikin

Walîtiya Rihayê ferman da ku welatiyên Serêkaniyê yên li 4 taxên ser sînor dijîn, malên xwe vala bikin.

Walîtiya Rihayê ferman da ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye şêniyên 4 taxên li ser sînor di nava 36 saetan de malên xwe vala bikin. Walîtiyê xwest di çarçoveya operasyona li dijî Sûriyeyê de welatiyên taxên 15 Temmuz, Cumhuriyet, Mehmet Akif Ersoy û Mevlana malên xwe vala bikin. Rayedaran yek bi yek li deriyê malan xist û biryara walîtiyê ya di nava 36 saetan de xaniyên xwe vala bikin da. Welatiyan bertek nîşanî biryara walîtiyê dan û anîn ziman ku wê bi kude biçin. Lê rayedaran xwest bi derfetên xwe ji sînor dûr bikevin.

MA

bottom of page