Trump: Kurdan bê beramber ji me re şer nekirine

Serokê Amerîkayê, Donald Trump di derbarê bûyer û pêşhatên girêdayî Rojavayê Kurdistanê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de ragihand: “Em dê ji vê şerê bê wate û bê dawî bîne derve. Kurd jî bê bermaber şer nekiriye û me gelek pere û çek dane wan.”

Turmp li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Êdî em ji vî şerî dûr in û çi ji girtiyên DAIŞê jî dikin, bila lê bikin, bila welatên navçeyê jî bi xwe şerê DAIŞê dikin, ne em.”

Trump di twîtteke din de dibêje: “Diviyabû Amerîka bo dema 30 rojan li Sûriyê bimaba, ew jî çend sal berî niha, lê em man û em çûne nav şerekî kûr bêyî hebûna ti armancekê di vî şerî de. Dema ez gihîştim Waşingtonê, DAIŞ belaya navçeyê bû, lê belê me bilez 100% DAIŞ têk bir.”

Serokê Amerîkayê herwiha dibêje: “Me bi hezaran çekdarên DAIŞê girtin, ku piraniya wan xelkê ewropayê ne, lê belê welatên Ewropayê naxwazin wan bibin. Ew dibêjin, Amerîka tu (wan) li cem xwe bihêle, min jî gotiye Na, me qenciyeke mezin li gel we kir û niha jî hûn dixwazin wan di girtîgehên Amerîkayê de bihêlin. Ew jî bi lêçûneke zêde. Ew dive ji aliyê we ve bêne darizandin, lê belê wan careke din got Na. Fikir bikin, wek hertim, Amerîka tê doşîn, li NATO û di bazirganiyê û hemû tiştekê de. Kurdan şer li gel me kir, lê belê me pereyeke zêde da û me pêwîstiyên wan dabîn kirin. Ew bo dema çend dehsalan e şerê Tirkiyê dikin, min ev şer bo dema 3 salan rawestand.”

Di berdewaiya helwêsta xwe de, Donald Trump diyar dike ku êdî Amerîka ji wê şerê ku li Rojhilata Navî heye, tê derê û dibêje: “Niha dema wê ye ku em ji vê komelek şerê henekî û bêdawî derkevin, ku piraniya wan eşîrî ne. Em dê leşkerên xwe vegerînin welatê xwe. Em vê demê şer dikin ku di qazanca me de be, herwiha em tenê ji bo serkeftinê şer dikin. Tirkiye, Ewropa, Sûriye, Îran, Iraq, Rûsya û Kurd divê niha vê rewşê fêm bikin û bizanin ku dixwazin li gel çekdarên girtî yên DAIŞê çi bikin li navçeya xwe. Ew hemû ji DAIŞê aciz in, DAIŞ bo dema çend salan e ku dijminê wan e. Em heft hezar mîlan ji wan dûr in, eger DAIŞ careke din li me nêzîk bibe, em dê têk bibin.”

RÛDAW