Rûsya: Em piştgirîya operasyona Tirkiyeyê dikin

Berdevkê serokatîya dewleta Rûsyayê, Dimitri Peskovî daxuyandiye ku divê di operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê de yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.

Li gor nûçeyeka Spûtnîkê Peskovî gotiye:

“Em dizanin ku Tirkiye pêgiriyê bi yekîtîya axa Sûriyeyê, sîyaseta wê, lêgerîna li îstikrarê ya wê dike.

“Em kiriyarên Tirkiyeyê yên ji bo parastina xwe dizanin û piştgirîya wê dikin. Yanî ez behsa wan terorîstên li ser axa Sûriyeyê xwe veşartîn dikim. Lê ez dubare dikim ku divê ji pêşiya her tiştî yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.”

30ê meha 10(Çiriya Pêşiyê) li Cenevê 150 nûnerên rêxistin û pertîyên Sûriyeyê dê kom bibin û li ser kêşeyên wî welatî biryaran bidin.

(RT/MB)

Bianet