Lavrov gihişte Hewlêrê
Wezîrê derveyê Rûsya, Sêrgî Lavrov, gehişte Hewlêra paytext û ji alîyê Mesrûr Barzanî, serokê wezîrên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Biryare di dema seredana xwe de, bo Hewlêra paytext, lavrov ji bilî kombûna wî li gel serokê hikumetê li gel serokê Herêma Kurdistanê jî kom dibe.herweha dûv rer jî li gel serok Mesûd Barzanî kom dibe.
Lavrov bi serokatîya şendeke bilinda dîplomasî û abûrî ya Rûsyayê serdan Îraqê kir. Herçende biryar bû çend rojan li Îraqê vemîne, lê bi egera rewşa ewlekatrîyê, seredana xwe bo rojekê kurt kir û biryare her ev şev vegere Mosko.
K24