Trump: Ez ê aboriya Tirkiyê wêran bikim

October 7, 2019

Serokê Amrîkayê Donald Trump ragihand heger Tirkiye ji sînorê xwe derkeve wê aboriya Tirkiyê wêran bike. Lewre wî ew yek berê jî kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya bi demekê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twetterê ragihand: Ez ê aboriya Tirkiyê wêran bikim, eger ku li gel zanebûna min a mezin û bêmînak hevdu negire û ji sînorê xwe derkeve.

Herwiha Trump gotiye, pêwîst e Tirkiye li gel Ewropayê û aliyên din, bêtir çavdêriya çekdarên Dewleta Îslamî û malbatên wan bikin.

Trump diyar kir, Amerîkayê gelek zêdetir ji bendewariya her kesî kiriye, weke girtina  sedî 100 a xelafeta DAIŞê.

BasNews

 

Please reload