Serkirdeyên Kurdistanê Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dikin
Bi bomeya hatina Cejna Cemayê ku yek ji mezintirîn cejna olî ya Kurdên Êzidî ye, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.
Cejna Cemayê ku dirêjtirîn cejna êzîdiyan e, roja 6 Cotmehê dest pê dike û roja 12yê heman mehê xilas dibe.
RÛDAW