top of page

Pompeo: Kiryarên Tirkiye ne-rewa û dijî yasayan in

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo, girêdayî çalakiyên lêgerînên gaz û neftê li rojhilatê Deryaya Naverast destnîşankir, ku “Kiryarên Tirkiye ne yasayî ne, ne rewa ne û nayên pejirandin”.

Pompeo di dema seredana xwe li paytexta Yunanistanê de, ligel Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis civiya.

Miçotakis anî ziman, ku Tirkiye serweriya Komara Qibrisê binppê dike û daxwaz ji Amerika kir, fişarê li dij van kiryarên Tirkiye bike.

Di rojhilatê Deryaya Naverast de, çendîn welat ligel rêkeftinê bi Komara Qibrisê re, li gaz û neftê digerin, lê Tirkiye jî, ji aliyê xwe ve bêyî rêkeftin ligel Komara Qibrisê li heman deverê lêgerînan dike û van çalakiyan xwe bi rêkeftin ligel “Qibris a Tirk” girê dide.

K24

C.B

bottom of page