top of page

Navendên heşda şebî û partiyên şiî hatin şewtandin

Duhê bi şev li Bexdayê di çarçoveya xwepîşandanên heyî de, xwepîşander bi şev dest bi xwepîşandanê kirin û agir li 9 navend û baregehên çekdarên heşda şebî û part û aliyên siyasî yên şiî berdan.

Li gor jêderên nûçeyan her duhê bi şev xwepîşander agir bi kanaleke telefizyonî ya herêmî jî berdane û şewitandine.

Sê navendên serekî yên sê komên serekî yên heşda şebî bi navên Bedir, Esayêbî Ehlîqeh û Seraya Xorasanî jî bi temamî hatine şewitandin.

Herwiha navendên çar part û aliyên siyasî yên Îraqî jî ji aliyê xwepîşanderan ve hatine şewtandin.

KTV

bottom of page