top of page

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina azara Êzidiyan kêmûkurtiyê nake

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê ya Êzidiyan dike û di peyamekê de tekeziyê li pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina êş û azarên Êzidiyan dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje, bi boneya cejna Cemayê germtirîn pîrozbahî arasteyî xwişk û birayên Kurd ên Êzidiyên li Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im di keşeke aram û xweşî de vê cejna xwe bikin.

Mesrûr Barzanî dibêje: Xweşk û birayên Êzidî ji salên bûrî ve rûbirûyî êşê û rojên sext bûne. Hêvîdar im di jêr saya keşa pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê wan rojên sext derbas bikin.

Tekez dike jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her çi karînên wê hebe, kêmûkurtiyê nake bo kêmkirina êş û azarên wan û kûrkirina giyana pêkvejiyan û tebayîyê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê de.

K24

S. B

bottom of page