Li Amedê mijara 'Kurd û Rêvberiyên Herêmî' tê gotûbêjkirin
Panel ji aliyê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) ve tê amadekirin û navnîşana wê “Ji duh ve heta îro Kurd û Rêvberiyên Herêmî” ye.
Panela herdu şaredaran dê saet di 14.00'an de li Odeya Jimaryaran a Amedê dest pê bike.
Berdevkê CNKê Jiyan Tîmurtaş ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ku ew bi vê panelê dixwazin herdu şaredarên Amedê ku di dema xwe de ji kar hatine dûrxistin, bînin ba hev û bi vê yekê bal bikişînin ser danîna qeyûman.
Tîmurtaş wiha axivî: “Kurd dixwazin xwe bi destê xwe birêve bibin, lê car caran bi riya kodetayên leşkerî û carna jî bi riya qeyûman ji kar têne dûrxistin. Rêzdar Zana û Mirzaklî jî bi van rêbazan ji kar hatin dûrxistin.”
Berdevkê CNKê herwiha got: “Divê Kurd ji van pêkanînan ders wergirin û rê û rêbazên xwebirêvebirinê bibînin.”
RÛDAW
5 Eki.2019