Çinîna titûna Xûrsê dest pê kir

Li gundê Xûrsê ya Qoserê çinîna titûnê dest pê kir. Di çinîna titûnê de jin keda herî mezin didin û dîmenên rengîn derketin holê.

Li gundê Xûrsê ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê çinîna titûnê dest pê kir. Tê gotin 400 sal in li gund titûn tê çandin. Herêma Xûrsê bi xweşikiya xwe ya xwezayî jî tê zanîn û di çinîna titûnê de dîmenên xweşik derketin holê. Titûna Xûrsê yek ji bingehîn jêderka debara herêmê ye û heta titûn tê çaxê çinînê bi kedek mezin lê tê nêrîn. Welatî serê sibehê diçin nav zeviyên titûnê û ewil pelên titûnê diçinin bi şûşijinê dikin şerîd.

KEDKAR QEZENC NAKIN

Şerîdên titûnê bi guliyê daran ve girê didin û titûn li ber tavê hişk dibe. Titûna ji bo ziwakirinê tê raxistin carna bi avê di kulmên xwe de lê direşînin û şil dikin û rewa xwe diparêze Piştî ev kar xilas dibe titûnê pakêt dikin û ji bo hêrandinê di makîneyan de derbas dikin. Piştî vê pêvajoya zehmet a ku kedê didin titûnê lê dîsa jî yên qezenc dikin bazirganên titûnê ne.

‘ZOR E LÊ QET NEBE EM LI GUNDÊ XWE NE’

Selahattîn Ornek bi salane çandiniya titûnê dike û du donim û nîv çandiye. Ornek bi bavê xwe yê 97 salî re çinîna titûnê dike û di meha sibatê de dest bi çandiniya titûnê dikin û nêzî 8 mehan karê wê didome. Ornek da zanîn ku ew ji donimekê 250 kîlo titûnê bi dest dixin. Ornek anî ziman ku karê titûnê zehmet e û got: “Em heqê keda didinê dernaxin. Em karkeriya xwe hesab nakin. 8 meh em her roj dixebitin heke em karkeriya xwe jî hesab bikin tiştek namîne. Ji bo em neçin li bajarek din nexebitin em ji vî karê xwe re şikir dikin. Em li gundê xwe ne. Em bi însan û dostên xwe re dijîn. Ev ji bo me baş e. Belkî em dewlemend nabin lê em birçî jî namînin.”

‘BAZIRGAN BI ERZAN DIKIRIN’

Ornek diyar kir ku pirsgirêka herî mezin di qonaxa firotina titûnê de dijîn û got “Titûna em hildiberînin qalîteya herî baş e. Bihayê kîloyên titûna baş ji 150 lîreyî dest pê dike. Di wexta firotina titûnê de divê destekek ji bo hilberînkaran hebe. Dema titûn dikeve destê bazirganan kîlo dibe 50 lîre. Naxwazin wî 50 lîreyî jî pê bidin. Lê li gundê me bi piranî mişteriyên her kesî heye û ev yek jî baştir dibe.”

HERÎ ZÊDE JIN KEDÊ DIDIN

Jin kedkarên pêşîn vê hilberîna titûnê ne. Ji roja çandiniyê heta roja diqede jin zor û zehmetiyan dibînin. Jin li gel hemû zoriyan çandiniya titûnê wek pîşe ji xwe re dibînin.

Bedîa Ornek a li nav erd titûnê berhev dikir halê destê xwe nîşan da û got: “Halê me Xursiyan wiha ye. Wek din karek em bikin nîne. Navê me wek xwediyên titûnê derketiye. Karek zor e. Ji bo em birçî nemînin vî karî dikin.”

Muzeyyen Ornek jî pelên titûnê bi şûşijinê di benikan de li pey hev dike rêz û da zanîn ku ew kedek mizin didin titûnê û salê du caran titûnê di benikan re derbas dike.

MA / Ahmet Kanbal