top of page

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 22 hemwelatiyên kurd ji gundekî Efrînê revandin!

Grubên çekdar bi piştevaniya artêşa Tirkiyê bi otomobîlên zirîpoş bi ser gundekî Efrînê de girtin û zêdetir ji 22 gundiyan revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 4ê vê mehê gruba çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî û hêzên artêşa Tirkiyê bi otomobîlên zirîpoş bi ser gundê Kurzêlê yê 5 K.M li başûrî rojhilatê Efrînê de ye girtin, dorpêç kirin û dest bi revandina gundiyên kirin.

Wê rêxistina mafên mirovan navên kesên revandî yên hatine naskirin belav kir: Rêzan Osman Hemo, Osman Hemo, Şêx Ehemd Wehîd, Ferhad Ehmed Wehîd, Şêro Ehmed Wehîd, Ebdilrehman Welîd Ebdilrehman, Ebdilrehman Arif Kilîbcek, Yihya Elî Hemguro, Zekereya Yihya Hemguro, Mihemed Yûsif Hemguro, Rêzan Hesen Nasir, Hesen Mihemed Nasir, Cîhad Subhî Nasir, Şêro Hesen Nasir, Hesen Tehsîn Nasir, Adil Şukrî Mehmûd, Kawa Adil Mehmûd, Nûrî Şukrî Mehmûd, Şukrî Nûrî Mehmûd, bekir Şukrî Mehmûd, Ehmed Wehîd Ebdo û Ferhad Şêx Ebdo.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û Grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, ta niha bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin û tenê di meha bûrî 127 welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bê sedem û bihane welatiyên Efrînê direvînin, eşkence didin û pereyan jê distînin, ew neçar bibin û dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin.

BasNews

bottom of page