top of page

Rojhilat – Çar kesan xwe kuştin

Li bajarên Kirmaşan û Sine û Îlam yên Rojhilatê Kurdistanê çar kesan xwe kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî li Kirmaşanê jina bi navê Noşîn Qadirî (23 salî) ji ber pirsgirêkên nav malbatê, derman xwar û xwe kuşt.

Heman rojê li bajarê Sine jî zilamê bi navê Xebat Muradî ji ber pirsgirêkên nav mabatê, derman xwar û xwe kuşt.

Pêr jî li Sine xortekî bi navê Sasan Emcedî derman xwaribû û xwe kuştibû. Tê gotin ku wî xortî jî ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe kuştiye.

Hemna rojê li bajarê Dêhloran yê Îlamê jî jina bi navê Fatme Kawerî, piştî ku bi hevjînê xwe re şer dike, agir berdide xwe û xwe dikuje.

BasNews

bottom of page