top of page

NY: Bila hikûmet û xwepîşander giftûgo bikin

Sekretariyeta giştî ya Netewên Yekgirtî derbarê rewşa aloz ya Îraqê de daxuyaniyek belav kiriye û têde daxwaz ji hikûmeta Îraqê û xwepêşanderan kiriye daku xwe ji tundûtîjî bidûr bigirin.

Di daxuyaniya NY de hatiye diyarkirin ku kêşe bi tundûtîjî û alozî nayên çareserkirin lazime hem xwepîşander û him jî hikûmet û hêzên ewlekarî xwe ji tundûtîjî bidûr bigirin û bo çareser kirina kêşeyan dest bi diyalogê bikin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku NY ji rewşa aloz ya niha a Îraqê dilgirane û ji nêz ve rewşê dişopîne.

KTV

bottom of page